Nîsan 26, 2023 17:22 Asia/Tehran
  •  Pêşbirkên Para-Kanoyê yên Asyayê; xatûna îranî mîdala zîv bi dest xist

Kanoajoya îranî di Pêşbirkên Avên Aram ên Qaremanîya Kanoajoyên Bin 23 Salî û Ciwanan û Parakanoya Asyayê da mîdala zîv bi dest xist.

Pêşbirkên Avên Aram ên Qaremanîya Kanoajoyên Bin 23 Salî û Ciwanan û Parakanoya Asyayê ji vê sibê va li şarê Semerqend ê Uzbekistanê dest pê bûn û Terrenom Ekberzade ji Îranê di çiqa Kayaka 1000 Metrî ya Ciwanan da bi reqîbên ji Hind, Uzbekistan, Qirqîzistan, Taylend û Qazaqistanê ra ket rikeberîyê û piştî qayoqajoya ji Uzbekistanê di rêza diduyan da cî girt û mîdala zîv bi dest xist.

 

Di koma diduyan ya Kayaka Takekesî ya 1000 Metrî ya werzişkarên di bin 23 salî da jî Ebbas Hisêynî ji Îranê bi reqîbên ji Qirqîzistan, Qazaqistan, Hind û Hong Kongê ra ket rikeberîyê û di rêza diduyan da cî girt û bi awayekî rasterast derbasî qonaxa fînalê bû.

 

Di koma diduyan ya Kayaka Dukesî ya Ciwanan da jî Daryûşî Mihemedî û Elîriza Xemse ji Îranê bi reqîbên ji Qazaqistan, Tayvan, Taylend û Hong Kongê ra ketin rikeberîyê û di rêza yekê da cî girtin û derbasî fînalê bûn.

 

Serepeyv