Nîsan 22, 2023 16:33 Asia/Tehran
  • Serokên Federasyonên Guleştê yên Îran û Iraqê şêwirîn

Serokên Federasyonên Guleştê yên Îran û Iraqê hevdîtin pêk anîn û li ser têgihîştinnmameyên hevkariyê şêwirîn.

“Elîreza Debîr” Serokê Federasyona Guleştê ya Îranê di serdana xwe ya Iraqê da digel “Şe’lan Temîmî” hevpêşeyê xwe yê iraqî hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora Federasyon aGuleştê ya Îranê, Ev hevdîtin li gorî têgihîştinnameya hevkariyê navbera Wezareta Werzîşê û Komîteya Neteweyî ya du welatan, her wiha Têgihîştinnameya Hevkariyê navbera du federasyonan hat lidarxistin.

Ji babetên hilêxistî di vê civînê da, lidarxistina kempên hevpar û hebûna nûnerên guleştê yên Îran û Iraqê li du welatan û şandina rahênerên guleştê yên Îranê bo Iraqê ji bo hînkirina guleştgirên vî welatî bûn.

Tîma guleşta Ferengî ya Îranê van rojan mêvana Federasyona Guleştê ya Iraqê bû.

 

 

Serepeyv