Nîsan 20, 2023 17:25 Asia/Tehran
  • Hûrgilîyên destmiza Messi di demekê da ku heke bizvire Barselonayê

Belavokeke spanyayî hûrgilîyên destmiza Messi di demekê da ku heke bizvire Barselonayê aşkira kir.

Li gorî rapora belavoka Sport Kataloniya ya Spanyayê, tîma Barselonayê peymaneke dusalî ji bo wergirtina ‘Liyonel Messi’ amade kirîye û hemî pêngavên pêwîst ji bo ku ti pirsgirêkek di dayîna destmizan da dernekeve, rakirine.

Messi di dawîn demsala ku futbolîstê tîma Barselonayê bû da, yanî 2 salan berî nika salê 100 milyon Euro ji vê tîmê werdigirt, lê heke bizvire Barselonayê dê yek ji çarê (1/4) destmiza berê wergire.

Messi yê salê 13 milyon euroyan ji Barselonayê wergire yanî qasî destmiza Lêvandovskî û bi dîyarî û xelatên di peymanê da destmiza wî yê rabe 25 milyon euroyî.

Messi ji bo ku bizvire Barselonayê, guh nade asta destmiza ku ji tîma Parîs Sent Germenê werdigire û pêşniyaza balkêş a tîma Al Hilal a Erebistanê ku salê 400 milyon dolarî digie ber xwe, qebûl nekirîye.

 

Serepeyv