Nîsan 20, 2023 17:12 Asia/Tehran
  • Tîmeke otrîşî bi saya kişikbazê îranî bû qaremana Sûperlîga Kişikê ya Otrîşê

Tîma Kişikê ya Lînts a Otrîşê bi saya kişikbazekî îranî bo cara yekê bû qaremana Sûperlîga Kişika (Bundesliga) wî welatî.

Malpera Foleks Belat a Otrîşê pesna ‘Perham Meqsûdlû’ kişikbazê îranî ji ber karnameya wî ya baş di Sûperlîga Kişika vî welatî de da û nivîsî: Tîma Lînts’ê bi saya stêrkên navNeteweyî bo cara yekê bû qaremana Sûperlîga Kişika Otrîşê (Bundesliga).

‘Perham Meqsûdlû’ kişikbazê îranî di van pêşbirkana da derneda û pişkeke mezin di qaremanbûna tîma xwe da hebû.

Tîma Kişikê ya Lînts’ê piştî 11 dewrên rikeberîyê û dernedana di 66 pêşbirkan da bû qaremana Bundesligaya Otrîşê.

Ev tîma di halekî da bû qareman ku tenê salek e ku di Bundesligayê da pişikdar bûye û stêrkên cîhanî yên vê tîmê roleke mezin di vê qaremanbûnê da hebûn.

‘Maksîm Waşîyê Lagirav’ sûpermamostayê kişikê ji Fransayê û ‘Perham Meqsûdlû’ qaremanê ciwanên cîhanê ji Îranê di pêkhateya tîma Lînts’ê da cî girtine.

 

Serepeyv