Nîsan 20, 2023 17:10 Asia/Tehran
  • Belgefîlmek û kurtefîlmeke îranî li Mêhrigana Fîlman a Japonê hatin wergirtin

Belgefîlma îranî ya bi navê “Firrînê Di Bîra Xwe Da Ragire” û kurtefîlma “Şofer” ji Îranê li Mêhrigana Fîlman a ‘Meihodo’ ya Japonê hatin wergirtin.

Belgefîlma îranî ya bi navê “Firrînê Di Bîra Xwe Da Ragire” bi dîrektorîya Emmar Bastan û kurtefîlma ‘Şofer’ ku Husên Kakavend ji Îranê amade kirîye, di Beşa Pêşbirkê ya Dewra Pêncan a Mêhrigana NavNeteweyî ya Nedyayên Dîdbarî ya Ciwanan a Meihodo’ya Japonê de hatin wergirtin.

Belgefîlma “Firrînê Di Bîra Xwe Da Ragire” serpêhatîya mêrekî gundnişîn radixe ber çavan ku bi neqqaşî û rengkirina cîhaan derdora xwe, hewl dide jîyan û cîhanê bedewtir bibîne.

Kurtefîlma Şofêr jî serpêhatîya tezelawekî radixe ber çavan ku bi pêkutîya bavê xwe neçar dibe ku fêrî şoferî û ajokarîyê bibe.

Mêhrigana NavNeteweyî ya Meihodo’yê ku taybet bi medyayên dîtbarî yên tezelawan a Japonê ye, mêhriganeke fîlman a serbixwe ye ku di warê berbelavkirina hewlên ji bo parastina çanda kevneşopîya mirovantîyê li seranserê cîhanê hewil dide.

Dewra Pêncan a Mêhrigana NavNeteweyî ya Nedyayên Dîdbarî ya Ciwanan a Meihodo ya Japonê yê ji 19 heta 28ê Nîsanê were lidarxistin.

 

Serepeyv