Nîsan 20, 2023 16:21 Asia/Tehran
  • Goranîbêjên îranî li derveyî welêt konsertan pêşkêş dikin

Çend stranbêjên îranî yên mûzîka Pop, hin konsertan li Dubey, Ewropa û Kanadayê dê li dar bixin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Elî Yasînî û Reza Sadiqî ji stranbêjên mûzîka Pop a Îranê ku konsertên wan anegorî stranbêjên din di mehên vê dawiyê da zêdetir hatine pêşwazîkirin, biryar e bi boneya Cejna pîroz a Fitrê li Dubeyê konserên xwe li dar bixin.

Reza Behram stranbêjê din ê mûzîka Pop a Îranê jî biryar e hin konseran li Ewropa û Kanadayê li dar xîne; Ev stranbêj 28ê Nîsanê li Viyenê, 29ê Nîsanê li Berlînê, 30ê Nîsanê li Gûtenbêrgê û 1ê Gulanê li Hambûrga Almanyayê konserên xwe pêşkêş dike.

Her wiha Behram biryar e li bajarên Toronto, Montral, Venkovêr û Kelgriya Kanadayê jî konseran pêşkêş bike.

Konserta ‘Îhsan Xwace-Emîrî’ jî biryar e 17ê Hezîrana 2023an li Salûna Şanoyê ya John Bassett’ê li Torontoya Kanadyê dê were pêşkêşkirin.

 

 

Serepeyv