Nîsan 20, 2023 15:42 Asia/Tehran
  •  Li pey dublaja Sitayîşê li Kanala Seherê; ‘Şîret û gotinên Hişmetê Firdos’ li Herêma Kurdistanê derket

Çend sal piştî belavbûna dublaja Rêzefîlma îranî ya ‘Sitayîşê’ê li Kanala Sehera Kurdî ya Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê, vê dawiyê pirtûkek bi navê ‘Şîret û gotinên Hişmetê Firdos’ ku diyalogên rola Hişmetê Firdos di vê rêzefîlmê da digire ber xwe, li Herêma Kurdistanê hatiye çapkirin.

‘Hişmetê Firdos’ kesayetiyê sereke di rêzefîlma Sitayîşê da ye ku di du sezonan da hatiye çêkirin. Ev rol ji aliyê ‘Daryûş Ercmend’ hunermendê îranî yê binavûdeng va dihê lîstin.

Hêjayî gotinê ye, Rêzefîlma ‘Sitayîşê’ di salên dawî da hem bi Kurdiya Kurmancî û hem bi Kurdiya Soranî ji aliyê Şîrketa medyayî ya Sîma-Goster Zargros bi rêveberiya ‘Mihemed Fireydûnî’ va hatiye dublekirin û ji aliyê Kanala Sehera Kurdî va hatiye belavkirin.

 

Serepeyv