Nîsan 17, 2023 14:16 Asia/Tehran
  • Fîlma ‘‘Ji bo Awayê’’ di rêya festîvala navneteweyî ya Hindistanê de ye

Fîlma dirêj a îranî ya ‘‘Ji bo Awayê’’ derbasî pêşbirka festîvala navneteweyî ya “Bişirîna Zarok û Nûgîhayan” bû.

Fîlma ‘‘Ji bo Awayê’’ bi amadekariya Feranek Firûten û nivîskarî û derhêneriya Muhsin Siracî di beşa pêbirkê ya fîlmên dirêj ên destanî de yê beşdarî bike.

 ‘‘Ji bo Awayê’’ destana komeke şanoyê ya keçên nûgîha ye ku bo beşdariya nav festîvaleke binavûdeng dixwezin ku herin derveyî welêt, lê aktora sereke îranî-efxan e û nasnameya wê tine û ev destpêka pirsgirêka wan e.

Ev fîlma pêştir di Çilleya 2023’an di beşa zarok û malbatê ya festîvala navneteweyî de pileya ewilî bi dest xistibû.

Nehemîn dewra festîvala navneteweyî ya “Bişirîna Zarok û Nûgîhayan” a Hindistanê îsal ji 17 heta 23ê Nîsanê li Dêhlî Nûya paytexta Hindistanê yê were lidarxistin.

 

Serepeyv