Pêşangeha ‘Roja Hunerê’ li Stenbolê hat vekirin; berhemên hunermendên îranî jî tên nîşandan
Nîsan 16, 2023 17:50 Asia/Tehran
Pêşangeha navneteweyî ya ‘Roja Hunerê’ ya Stenbolê hatiye vekirin.
Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Şemiyê, Di pêşangeha ‘Roja Hunerê’ ya Stenbolê da berhemên du nîgarekêşên îranî, ‘Bêhnaz Pûreng’ û ‘Emîr Ehedî’ hatine nîşandan.
‘Banûya Îranî’ berhema Bêhnaz Pûreng û ‘Lîstika Çoganê’ berhema Emîr Ehedî ji berhemên nîşandayî di vê pêşangehê da ne.
Ev pêşangeha navneteweyî bi armanca danûstandina çandî-hunerî ya navneteweyî ji bo avakirina aştî û dostiyê navbera miletan hatiye lidarxistin.