Nîsan 16, 2023 13:57 Asia/Tehran
  • Anîmasyona sînemayî ya Lûpêtû’yê li Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Moskowayê hat wergirtin

Anîmasyona sînemayî ya Lûpêtû’yê (Loopetou) pişûtî beşdariya di festîvalên navneteweyî, li Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Moskowayê hat wergirtin.

Anîmasyona Lûpêtû’yê berhema Navenda Anîmasyonê ya Sûre’yê di dora çil û pêncem a Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Moskowayê da li beşa fîlmên anîmasyon dê were nîşandan.

Lûpêtû ku bi rêbaza sê-rehendî û wergirtin ji çîrok û atmosfereke tam îranî hatiye çêkirin, bi dirûşmeya "Şahî divê were avakirin" li sînemayên seranserî Îranê tê nîşandan.

Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Moskowayê cara yekem di sala 1935an da destpêkê her du salanû û piştra her sal hatiye lidarxistin.

Dora 45an a vê festîvalê dê ji 20 heta 27ê Nîsana 2023an li bajarê Moskowayê were lidarxistin.

 

Serepeyv