Manchester United’ê bi seqetbûna 2 fûtbolîstan şeveke tal derbas kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340692-manchester_united’ê_bi_seqetbûna_2_fûtbolîstan_şeveke_tal_derbas_kir
Tîma fûtbolê ya Manchester Unitedê di 10 xulekên dawîya pêşbirka himberî Sevilla’yê da ne tenê serkevtin ji dest da belkî 2 fûtbolîstên wê seqet bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2023 15:12 Asia/Tehran
  •  Manchester United’ê bi seqetbûna 2 fûtbolîstan şeveke tal derbas kir

Tîma fûtbolê ya Manchester Unitedê di 10 xulekên dawîya pêşbirka himberî Sevilla’yê da ne tenê serkevtin ji dest da belkî 2 fûtbolîstên wê seqet bûn.

Pêşbirka di navbera Manchester United û Sevilla’yê da bi encama beranber 2 bi dawî hat û Martînêz û Waran ji Manchester’ê di vê pêşbirkê da esqet bûn.

Tîma Manchester’ê di 20 xulekên destpêka pêşbirkê da 2 gol bi saya Sabîtzer tomar kirin lê di beşa duyê ya pêşbirkê da tîma Sevilla’yê 2 golên xwe dereng tomar kirin û bi vî awayî Manchester’ê di 10 xulekên dawîya pêşbirkê da derda û bi esqetbûna 2 fûtbolîstên wê serrahênerê vê tîmê yê ji bo pêşbirka himberî Nottingham Forest’ê ku yê di roja Yekşemê da were lidarxistin, tûşî gellek pirsgirêkan bibe.