Nîsan 10, 2023 18:28 Asia/Tehran
  • Çar mîdalên zêr bo guleştgirên Îranê di pêşbirkên qaremaniya Asyayê de

Di pêşbirkên guleşta ferengî ya qaremnaiya Asyayê li Kazaxistanê de, tîma neteweyî ya guleşta ferengî ya Îranê, çar mîdalên zêr û zîvek wergirt.

Pêşbirkên guleşta ferengî ya qaremaniya Asyayê, roja Yekşemiyê li Astaneya Kazaxistanê dest pê bûn û lîstikvanên 5 kêşên ewilî çûn ser doşekê.

 Pûya Dadmerz, guleştgirê Îranê di van pêşbirkan de karî guleştgirê hindî têk bide û mîdala zêr werbigre.

 Îman Muhemedî guleştgirê îranî jî, guletgirê uzbek bi encama 9-0 işkest da û mîdaleke zêr bo Îranê wergirt.

 Emîn Kawiyanînjad jî ji ber ku êş kete çokên wî, ji pêşbirkên fînalê vekişya û mîdala zîv wergirt.

 Nasir Elîzade jî di pêşbirka fînalê, Nûrsultan Torsînof işkest da û mîdaleke din a zêr bo Îranê wergirt.

 Emîn Mîrzade jî di pêşbirka fînalê de bi guleştgirê Çînî hevrikî kir û bi encama 2-0 bi ser ket û mîdaleke din a zêr bo Îranê wergirt.

 

Serepeyv