Nîsan 10, 2023 18:10 Asia/Tehran
  •  Du fîlmên îranî di mehrîcana Trentoya Îtalyayê de hatin wergirtin

Di 71’emîn festîvala fîlman a Trentoya Îtalyayê de, du kurtefîlmên destanî û belgefîlm ji sînemaya Îranê wê derkevin ekranê.

Fîlma Gewezn (Mamiz) berhema Hadî Babayîfer, nunera sînemaya Îranê di beşa hevrikiyê ya kurteberhemên festîvala fîlman a Trentoya Îtalyayê be û belgefîlma “Royayê yêk Esb” (Xeyala hesepekî) bi derhêneriya Mercan Xosrewî Balêdî di beşa ser navê “Erdên Bilind” a vê bûyera sînemayê yê here ser dikê.

 Festîvala fîlman a Trentoya Îtalyayê ji sala 1952’an ve xebata xwe dest pê kiriye û ji mehrîcanên resen û kevnare yên navneteweyî ye ku her salê belgefîlmên herî baş, berhemên destanî û kurtefîlmên bi mijara çiya û derxistina kan û madenan li seranserî cîhanê li dora hev dicivîne û peywendiya aloz û balkêş a mirov û xwezayê vedibêje.

 71’emîn dewra vê bûyera sînemayî îsal ji 28ê Nîsanê heta 7ê Gulanê bi mazûvaniya bajarê Trentoyê li welatê Îtalyayê yê were lidarxistin.

 Her wiha li gor nûçyeke din, Fîlma dirêj a “Şeb, Êntizarê Rûz Est” (Şev çavrtiya rojê ye) berhema Moîn Haşimîneseb, xelata fîlma herî baş a dirêj a salê li mehrîcana Brazîlê bi dest xist.

Fîlma dirêj a “ Şev çavrtiya rojê ye” pêştir xelata fîlma herî baş a dirêj ya sala 2022’an li festîvala Brazîlê bi dest xistiye û bûye berbijarê fîlma dirêj a mûzîkal di sala 2022’ an di festîvala fîlman a Torontoya Kanadayê.

 

Serepeyv