Nîsan 03, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Fîlma îranî xelata sereke ya Mêhrigana Fîlman a Bengalur a Hindistanê bi dest xist

Fîlma îranî ya Bî Mader (Bê dayîk) xelata sereke ya Mêhrigana Fîlman a Bengalur a Hindistanê bi dest xist.

Fîlma Bê Dayîk, berhema Murteza Fatimî di çardehemîn dewra Mêhrigana Fîlman a Bengalur a Hindistanê de xelata fîlma herî baş a beşa pêşbirka Asiyayê bi dest xist. 

Fîlma Bê Dayîk pêştir di du mêhriganên Bengladiş û Inglîzê de jî xelata fîlma herî baş bi dest xistibû. 

Di mêhrigana fîlman a Bengalur`ê de 14 fîlm ji wan Cengê Cehaniyê Sêwom( Şerê cîhanî yê sêwem)  Şehrbanû û Bê Dayîk ji Îranê beşdar bibûn. 

Herwiha fîlma îranî ya `` Yêk Êtêfaqê Kûçek``( Bûyera Biçûk) li Mêhrigana Navnetewî ya Fîlmên Zarokan a Hindistanê hat wergirtin.

Ev fîlma çîroka  jiyana mêrekî ciwan  e ku xweziya wî ev e ku rojekê di sînemayê de xebatê bike û wêneya wî ser perdeya sînemayê were dîtin.