Stêrkê îranî yê tîma Bayer Leverkusen`ê karnameyeke baş di Bundesliga`yê da tomar kir
Di dewama pêşbirkên Sûperlîga Futbola Almanê (Bundesliga) da tîma Bayer Leverkusen`ê 3- 0 li tîma Schalke bir.
Pêşbirkên Sûperlîga Futbola Almanê di hefteya 26ê da şeva buhurî hatin domandin û tîma Bayer Leverkusen`ê 3- 0 li tîma Schalke bir. Di vê pêşbirkê da stêrkê îranî yê tîma futbola Bayer Leverkusen`ê Serdar Azimûn di xuleka 66ê da derbasî meydanê bû û gola sisêyan a tîma xwe tomar kir.
Di vê navberê da hejmara golên ku Azimûn di dema kurt a amadebûna li meydanê di vê demsala Bundesliga`yê da tomar kirîye, bala medyayên bîyanî kişand.
Li gorî amaran, Azimûn di vê demsalê da tenê di 4 pêşbirkên tîma Bayer Leverkusen`ê da çûye meydanê û bi giştî 181 xulekan li meydanê bûye û di vê demê da 3 gol tomar kirine yanî stêrkê îranî di her 60 xulekan da golek ji bo tîma xwe tomar kirîye.