Adar 31, 2023 17:11 Asia/Tehran
  • Bezvanekî libnanî ji Pêşbirkên Cîhanî wêda çû

Werzişkarekî bezê yê libnanî piştî ku di Pêşbirkên Navnetewî yên Masters`ê da digel werzişkarekî ji Rejîma Israyîlê ket komekê da, ji van pêşbirkana wêda çû.

Mazin Şerîm bezvanê libnanî piştî ku di pişkavêtina têkildarî beşa 200 metir a Pêşbirkên Navnetewî yên Masters`ê da zanî digel werzişkarekî sîyonîst ketîye komekê da, biryar da ku di pêşbirkan da pişikdar nebe.

Pêşbirkên Navnetewî yên Bezê yên Masters nika bi mazûvanîya Polandayê tên lidarxistin.

Mazin Şerîm di peyamekê da nivîsî: Helwesta me çeka me û beşdarîya di pêşbirka himberî dijmin da bi wateya bifermî-naskirina wî ye.

Vî werzişkarê libanî dîyar kir ku wêldaçûna ji van pêşbirkên qaremanîyê, serkevtinek tê hesêb, got: Ew beşeke wê ``bereya berxwedanê`` ye ku rejîma Israyîlê bi fermî nas nake û di ti pêşbirkekê da dernakeve pêşberî werzişkarên sîyonîst.