Adar 31, 2023 08:59 Asia/Tehran
  • Werzişkarê îranî tevlî 8 lîstikvanên bijare yên  tênîsa li ser maseyê ya Fîdêr a Tirkiyê bû

Lîstikvanê tîma netewî ya tênîsa li ser maseyê ya Îranê bi serketina li hember renkînga 87 a cîhanê, tevlî koma 8 lîstikvanên bijare yên Fîdêr(Feeder) a Tirkiyê bû.

Di çarçoveya pêşbirkên Navneteweyî yên tênîsa li ser maseyê a Fîdêr a Tirkiyê da, Emîr Hisên Hodayî, pîngpongbazê îranî, piştî serketina li hember rikeberên ji Firansa û Lûkzambûrgê, di qonaxa yek heşta dawîn da derket pêşberî rikeberê bihêz ê Korovasiyê bi renkînga 87`an a cîhanê û karî bi encama 3- 2 li wî bibe û tevlî 8 lîstikvanên bijare yên Pêşbirkên Fîdêr ên Tirkiyê bibe.

Hodayî ji bo misogerkirina mîdala xwe ya tunc, îro îniyê wê derkeve pêşberî Kayû ji Çîn Taypê û eger ku ser bikeve wê mîdala xwe ya di van pêşbirkan de misoger bike.