José Mourinho dê heta dawîya peymanê serrahênerê tîma Romê bimîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340470-josé_mourinho_dê_heta_dawîya_peymanê_serrahênerê_tîma_romê_bimîne
Serrahênerê portugalî yê tîma Futbolê ya A.S. Roma Îtalîyayê dil heye demsala bê jî serrahênerê vê tîmê be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2023 05:39 Asia/Tehran
  • José Mourinho dê heta dawîya peymanê serrahênerê tîma Romê bimîne

Serrahênerê portugalî yê tîma Futbolê ya A.S. Roma Îtalîyayê dil heye demsala bê jî serrahênerê vê tîmê be.

Xozê Morînîyo (José Mourinho) ku di demsala
buhurî da tîma A.S Rom kir qaremana Lîga
Konfernasê ya Ewrûpayê, tevî hin gotegotan,
derbara demsala bê biryara xwe daye.
Rojnama Gazêta Dêlo Sport (La Gazzetta dello Sport)
çapa Îtalîyayê di vî warî da nivîsî ku Morînîyo ku di cîhana
futbolê da wek ``kesê taybet`` tê naskirin, tevî hin
gotegotan ku li gorî wan tîmên nîyokasêl û Parîsenjêrmen
hez dikin wî wek serrahêner wergirin, biryara daye ku heta
dawîya peymanê digel tîma A.S Romê da bimîne,
peymana ku di meha Hezîrana sala 2024ê da yê bi dawî
were.
Morînîyo berî vîya gotibû ku divê digel xwedîyên klûba
Romê bicive û derbara siberoja wî da gotûbêjê bikin.