Adar 28, 2023 16:55 Asia/Tehran
  • Di navbera polîsên Spanyayê û futbolîstên tîma Pero`yê da pevçûn derket

Di navbera polîsên Spanyayê û futbolîstên tîma Pero`yê da li ber hotela ku futbolîstên tîma hanê lê diman, pevçûn derket.

Futbolîstên tîma Pero`yê ku ji bo pêşbirka dostane ya digel tîma Merakişê derbasî Spanyayê bibûn, berî pêşbirkê di navbera wan û polîsan li ber hotêlekê li şarê Madrîdê pevçûn derket.

Wêneyên li şebekeyên civakî hatine belavkirin nîşan didin, dema ku futbolîstên tîma Pero`yê li temaşevanên ber hotelê mêze dikirin, di navbera fûtbolîstekî wê tîmê û polîsekî spanyayî da gêre derket û di encamê da futbolîstên tîma Pero`yê û polîsên Spanyayê berbûn hev.

Pedro keleparêzê tîma futbola Pero`yê di vî warî da got: Me dixwest ku silavê li temaşevana bikin, lê polîs berbûn me.