Adar 28, 2023 09:46 Asia/Tehran
  • Kapa Gelên Ewrûpa 2024ê; Fransa û Holend serkevtî bûn

Di dewama dewra duyê ya qonaxa berayî ya Euro 2024ê de tîmên fûtbolê yên Firansa, Holend û Swêd li hember hevrikên xwe ser ketin.

Di şeva sisêyan a dewra duyê ya lîstikên qonaxa berayî ya
Kûpa Gelên Ewrûpa 2024ê da şeva buhurî çend lîstik di
komên curbicur da hatin lidarxistin ku di lîstika herî girîng
da tîmên Firansa, Swêd û Holendê li hevrikên xwe birin.
Di koma B`yê da Firansayê bi gola Bêncamîn Pawar,
li mazûvana xwe Îrlenda Başûr bir û serketina xwe ya
duyê ya bidûhev tomar kir.
Di lîstika din a vê komê da Holendê li mala xwe bi encama
3- 0 lî tîma Cebel Ul Tariqê bir.
Di koma E`yê da Polandayê bi gola Karol Soydêrêskî, ji
mêvana xwe Albaniyê bir.
Di koma F`yê da jî Swêdê serketina herî pirgol ser navê
xwe tomar kir û bi encama 5- 0 li tîma fûtbolê ya Komara
Azerbaycanê wek tîma mêvan bir.