Hunermendê pêşeng ê xelkê Qersê koça dawî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340438-hunermendê_pêşeng_ê_xelkê_qersê_koça_dawî_kir
Îsmaîl Koksal Engûr, dûblor û akter ê ji Qersê koça dawî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2023 06:04 Asia/Tehran
  • Hunermendê pêşeng ê xelkê Qersê koça dawî kir

Îsmaîl Koksal Engûr, dûblor û akter ê ji Qersê koça dawî kir.

Îsmaîl Koksal Engûr, dûblor û akterê pêşeng ê şano,
sînema û televîzyonê ku xelkê Qersê bû, di temenê 77
saliya xwe da ji ber nexweşiya gurcikan koça dawî kir.
Îsmaîl Koksal Engûr, di 5`ê Adara 1946`ê de li Qersê hat
dinê. Ew li rex lîstikvaniya di şano, sînema û televîzyonê
de, yek ji dûblorên binavbang ên Tirkiyê bû.
Koksal di sala 1956`an de bi kurteşanoyên radyoyî di
bernameya Demjimêra Zarokan a Radyoya TRTyê li
Enqerê, karê xwe yê hunerî dest pê kir û di salên çalakiya
xwe ya hunerî da li gellek berhemên binavbang ên şanoyê
derket ser dikê.