Kapa Gelên Ewrûpayê; Îtalîya û Portugalê ji reqîbên xwe birin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340423-kapa_gelên_ewrûpayê_Îtalîya_û_portugalê_ji_reqîbên_xwe_birin
Di dewra duyê ya qonaxa berayî a Kapa Gelên Ewrûpa- 2024ê da, tîmên Îtalîya û Portugalê ji reqîbên xwe birin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2023 12:53 Asia/Tehran
  • Kapa Gelên Ewrûpayê; Îtalîya û Portugalê ji reqîbên xwe birin

Di dewra duyê ya qonaxa berayî a Kapa Gelên Ewrûpa- 2024ê da, tîmên Îtalîya û Portugalê ji reqîbên xwe birin.

Dewra duyê ya qonaxa berayî ya Pêşbirkên Kapa Gelên Ewrûpa- 2024ê şeva buhurî bi çend pêşbirkan hat domandin û ku di yên herî girîng da tîmên Îtalîya û Portugalê ji reqîbên xwe birin.

Tîma Îtalîyayê ku 3 rojan berî nika mazûvana tîma Ingilîsê bû û derdabû vê tîmê, vê carê mêvana tîma Malt`ê bû û karî 2-0 li tîma mazûvan bibe.

Tîma Portugalê jî di vê dewrê da şeva buhurî bo cara duyê bi dû hev 6-0 li tîma mazûvan Logzamborg`ê bir.

Kiristiano Ronaldo ku di pêşbirka hibmerî tîma Liechtenstein`ê da 2 gol tomar kiribûn, di pêşbirka himberî tîma Logzamburg`ê da jî 2 gol tomar kirin.