Adar 26, 2023 15:41 Asia/Tehran
  • Tenîsbazên îranî di Pêşbirkên Cîhanî yê Tenîsa Ser Maseyê da mîdal bi dest xistin

Pêşbirkên Cîhanî yê Tenîsa Ser Maseyê (Contender) ya Xortan li Tirkiyê bi dawî bûn û kurên Îranê mîdaleke zêr, du zîv û bronzek bi dest xistin.

Binyamîn Ferecî di rêza temenî ya bin 15 salî bi serkeftina 3-0 li hemberî hevrikê xwe ji Tirkiyê bû qareman.

Di rêza temenî ya bin 13 salkî da Feraz Şekîba xwediyê mîdala zîv a Hopsa cîhanê çû pêşberî Okal ji Tirkiyê û bi encama 0-3 derdayê û mîdala zîv bi dest xist.

Her wiha Muhemed-Emîn Semedî û Binyamîn Ferecî di rêza temenî ya bin 17 salî û Emîr-Mehdî Kişawerzî di rêza temenî ya bin 19 salî da di qonaxa nîvfînalê da derdan û mîdala bronz bi dest xistin.

Pêşbirkên sêrojî yên Tenîsa Ser Maseyê ya Cîhanî ya taybetî xortan li Tirkiyê roja Şemiyê bi mazûvaniya bajarê Antalyayê û bi beşdariya hin pîng-pongbazan ji Asya, Ewropa û Afrîqayê bi dawî bûn.

 

Serepeyv