Adar 26, 2023 09:14 Asia/Tehran
  • Tîma Îranê derbasî fînala Kupa Fûtbola Perravên ya Gelên Asyayê bû

Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê karî bi serkeftina li hemberî Omanê, bigihêje fînala Kupa Fûtbola Perravên ya Gelên Asyayê.

Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê di qonaxa nîv-fînalê ya Pêşbirkên Kupa Fûtbola Perravên ya Gelên Asyayê da roja Şemiyê çû pêşberî tîma Omanê û di dawî da bi encama 6-3 ji vê tîmê bir.

Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê bi pêşbirkeke serkeftî û gelekî baş karî her sê hevrikên xwe di qonaxa komî ya Kupa Fûtbola Perravên ya Gelên Asyayê ji ser rêya xwe wêda bide.

Fûtbolîstên Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê di sê pêşbirkan da karîn 32 gulan bavêje nav keleha tîmên hemberî xwe.

Beriya vêya tîma Japonê karî bi encama 5-1 li hemberî tîma Imaratê bi ser keve û derbasî pêşbirka fînalê ya Kupa Fûtbola Perravên ya Gelên Asyayê bibe.

Tîma Japonê heta niha 8 caran derbasî fînala Kupa Fûtbola Perravên ya Gelên Asyayê bûye û 3 caran jî bûye qaremana van pêşbirkan û ji vê hêlê va di rêza yekem da ye.

Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê jî heta niha du caran di salên 2013 û 2017an da bûye qaremana Pêşbirkên Kupa Fûtbola Perravên ya Gelên Asyayê û niha lê digere ku careke din vê cîgeh bi dest bixe.

 

Serepeyv