Adar 25, 2023 15:51 Asia/Tehran
  • Pêşangeha ‘Nexşên îranî di berhemên Peykersazên Moskowayê da’ hat vekirin

Pêşangeha ‘Nexşên îranî di berhemên Peykersazên Moskowayê da’ roja Înîyê bi nîşandana 80 berhemên hunermendên Rûsyayê li Navenda Çandî ya Enstîtûya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistan a vî welatî hat vekirin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Pêşangeha ‘Nexşên îranî di berhemên Peykersazên Moskowayê da’ bi hewla Şêwirmendiya Çandî ya Balyozxaneya Îranê li Rûsyayê, Yekitîya Hunermendan a moskowayê, Lijneya Peykersazan a vî bajarî û Enstîtûya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistan a vî welatî hatiye vekirin û dê heta 20ê Nîsanê vekirî be.

‘Mesûd Ehmedvend’ Şêwirmendê Çandî yê Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Rûsyayê li rêûrisma vekirina Pêşangeha ‘Nexşên îranî di berhemên Peykersazên Moskowayê da’ tevî sipasiya ji hunermendên peykersaz ên Rûsyayê ji bo xuliqandina berhemên bi nexş û naverokên îranî, got: “Lidarxistina vê pêşangehê bi beşdariya 80 berhem ji hunermendên Rûsyayê di destpêka Sala Nû ya Hetawî da ku mizgîniya destpêbûneke dubare dide, nîşana qonaxeke nû ya berfirehkirina peywendiyên çandî navbera Îran û Rûsyayê ye.”

 

 

Serepeyv