Adar 25, 2023 15:26 Asia/Tehran
  • Cejna Newrozê li Zagrêba Krowasîyê hat pîrozkirin

Balyozên welatan, rayedarên siyasî û çandî û îraniyên niştecihên Krowasîyê Cejna Newrozê pîroz kirin.

Newroz cejneke kevnar a bi koka îranî ye ku bi destpêbûna Sala Nû ya Hetawî di gelek welatan da tê lidarxistin. Îro (înî) roja sêyem a sala nû ya hetawî (1402) ye.

Li gorî rapora Iran Press’ê, Komeke balyoz û dîplomat, rayedarên Wezareta Karên Derve û kesayetiyên nasyar ên siyasî û çandî yên Krowasîyê, îraniyên niştecihê Krowasîyê û îrandostên vî welatî beşdarî rêûrisma pîrozkirina Cejna Newrozê ya lidarxistî ji aliyê balyozxaneya Îranê li zagrêbê bûn.

Di vê bernameyê da ku êvara Pêncşemiyê û li salûna kombûnan a Lêjneya Nûçegihanan a Krowasîyê hat lidarxistin, di dstpêkê da ‘Perwîz Îsmaîlî’ Balyozê Îranê li zagrêbê tevî pîrozkirina Sala Nû li mêvanan, Newroz wek nîşaneyeke hêza Xwedê, sembola ezameta Îranê ji hêla şaristaniyet û çandê va, her wiha hevaltî, dilovanî û şadiya îraniyan zanî.

Piştra koma mûzîkê ya ‘Sirûşa Mewlana’ bi serperestiya Hisên Secûdî, awaza Mehyar Şadrewan û jenyariya Sara Îsmaîlî, Muhemed Serbaz û Elî Xiştînejad stranên xweş ji mûzîka sinetî ya Îranê pêşkêş kirin.

Hêjayî gotinê ye, Civata Gelemperî ya NY’yê di roja 23ê Sibata 2010an da bi biryarnameyekê ku bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û hejmareke din a welatên di kewşena Newrozê da hat pêşniyazkirin, roja 21ê Adarê ya her sal wek “Roja Newrozê ya Navneteweyî” tomar kir û ji welatan xwest ku bi lidarxistina dem û rismên cûr bi cûr vê cejnê pîroz bikin.

 

Serepeyv