Adar 23, 2023 18:07 Asia/Tehran
  • Belgefîlma “Ev dawiya rêyê nîne” di beşa Rikeberiyê ya Festîvala Meihodo’ya Japonê da hat wergirtin

Belgefîlma îranî ya bi navê “Ev dawiya rêyê nîne” derbasî beşa pêşbirkan a Festîvala Navneteweyî ya Medyayên Dîtbarî ya Xortan a Meihodo’yê li Japonê bû.

Festîvala Navneteweyî ya Medyayên Dîtbarî ya Xortan a Meihodo’yê ya Japonê festîvaleke fîlman a serbixwe ye ku ji bo rewacdana hewldanan bo parastina çanda kevneşopî ya însangeriyê ji serasnerî cîhanê dixebite.

Li gorî rapora IRNA’yê, Armanca Festîvala Navneteweyî ya Medyayên Dîtbarî ya Xortan a Meihodo’yê îcadkirina zemîneyekê ji bo gotûbêjên çandî navbera çêkerên fîlman li seranserî cîhanê ye.

Belgefîlma kurt a bi navê “Ev dawiya rêyê nîne” bi derhêneriya “Homayûn Rezayî-zade” hevrê digel 6 fîlmên îranî yên din dê li Beşa Pêşbirkan a Belgefîlmên Kurt ku 45 belgefîlman digire ber xwe, were nîşandan.

 

Serepeyv