Adar 23, 2023 15:39 Asia/Tehran
  • Tîma îranî derbasî nîv-fînala Pêşbirkên Beskitbola Sûperlîga Rojavayê Asyayê bû

Tîma Şaredariya Gorganê ya Îranê derbasî qonaxa nîvfînalê ya Pêşbirkên Beskitbola Sûperlîga Rojavayê Asyayê bû.

Hefteya şeşem a Pêşbirkên Beskitbola Sûperlîga Rojavayê Asyayê bi serkeftina Tîma Şaredariya Gorganê ya Îranê li hemberî El-Neftê ya Iraqê dest pê bû.

Di hefteya şeşem û dawiyê ya dora seretayî ya Pêşbirkên Beskitbola Sûperlîga Rojavayê Asyayê da, Tîma Şaredariya Gorganê ya Îranê li Bexdayê mazûvana Tîma El-Neftê ya Iraqê bû ku di dawî da bi encama 101-91 li hemberî vê tîmê bi ser ket.

Di vê pêşbirkê da ‘Bêhnam Yexçalî’ ji Tîma Şaredariya Gorganê ya Îranê bi 29 serpişkiyan, 5 Rîband, 7 Pasên Golê bi 32 puenan wek lîstikvanê herî bibandor ê meydanê hat naskirin.

Pêşbirka Çûyînê jî li Tehranê li ser xêra bekitbolîstên gorganî bi dawî hatibû.

Di cedwela rêzebendiyê ya Koma 2 da, Şaredariya Gorganê bi 3 serkeftin û derdanekê 7 puen bi dest xistin û wek tîma yekem derbasî nîvfînalê bû.

El-Riyazî ya Libnanê bi 6 puenan bû duyem û El-Nefta Iraqê jî bi 5 puenan di rêza sisêyan a vê komê da cih girt.

Tîma Zob-Ahenê ya Îsfehanê wek nûnera din a Îranê di Pêşbirkên Beskitbola Sûperlîga Rojavayê Asyayê da jî îro (Pêncşemî) dê li Emanê biçe pêşberî Ortodêksa Urdinê.

 

Serepeyv