Adar 22, 2023 19:53 Asia/Tehran
  •  Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê derbasî Kupa Cîhanî bû

Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê bi serkeftina 10-0 li hemberî Behreynê li Kupa Gelên Asyayê, pişk û para Kupa Cîhanî ya 2023an bi dest xist.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Di qonaxa çaryeka fînalê ya Kupa Gelên Asyayê da, Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê roja Çarşemiyê li Taylendê çû pêşberî Behreynê û bi serkeftina 10-0 li hemberî vê tîmê him derbasî nîvfînala van pêşbirkan bû û him jî pişk û para Kupa Cîhanî ya 2023an a Imaratê bi dest xist.

Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê di nîvfînalê da dê roja Şemiyê biçe pêşberî serkeftiya pêşbirka Oman û Çînê.

Tîma Neteweyî ya Fûtbola Perravê ya Îranê heta niha du caran bûye qaremana Kupa Gelên Asyayê ku cara dawî di sala 2017an da bû.

 

Serepeyv