Adar 22, 2023 17:50 Asia/Tehran
  • Newroz; Sembola Aştî û Dadgeriyê

Şêwirmendê Çandî yê Balyozxaneya Îranê li Tirkmenistanê di bernameya taybet ji bo rêzgirtina Sala Nû da got: Newroz sembola aştî û dadgeriyê ye.

Li gorî rapora IRNA’yê, ‘Nevîd Resûlî’ Şêwirmendê Çandî yê Balyozxaneya Îranê li Tirkmenistanê armanca lidarxistina vê bernameya taybet rêzgirtina li nirxên çandî yên hevpar navbera du welatan zanî û got: Newroz wek mîraseke şênbera mirovahiyê ya herî mezin û  kevn e ku bi beşdariya 11 welatên xwediyê vê mîrasa hevpar tê pîrozkirin.

Resûlî her wiha got: Newroz tevî ku mizgîniya aştî û dostiyê navbera qewm û dîn û xizman dide, roleke girîng di danûstandinên çandî navbera gelên cîhanê heye û dibe sebeba nasyariya çandan ji hevdu û nêzikbûna wan li hev.

 

Serepeyv