Adar 21, 2023 17:50 Asia/Tehran
  • Keça îranî hilkişiya nav koma 8 lîstikvanên herî baş ên pêşbirkên Pîng-Pongê li Tirkiyê

Keça Pîng-Pongbaz a îranî, tev li koma heşt lîstikvanên herî başên pêşbirkên Pîng-Pongê yên Kotêndêra (Contender) Tirkiyê bû.

Di qonaxa heşt yeka fînalê ya pêşbirkên Pîng-Ponga Kontênder a Tirkiyê, di beşa nûgîhan û ciwanan de lîstikvana îranî bi ser ket û hilkişiya nan koma heşt lîstikvanên herî baş.

 Pêşbirkên Pîng-Ponga Kontênder a nûgîha û ciwanên Tirkiyê, îro Sêşemiyê bi lidarxistina pêşbirkên qonaxa heşt yeka fînalê hatin domandin.

Di vê qonaxa pêşbirkan de ‘Êlîna Rehîmî’ bi ‘Miryem Alalî’ ji Behreynê re leyîst û hevrika xwe bi encama 3-0 tûşî şikestê anî û qonaxeke din hilkişiya.

 Vê Pîng-Pongbaza îranî, di qonaxa komî hevrikên Tirkiyê û Inglîzê bi encama 3-0 işkest dabû.

 

Serepeyv