Adar 20, 2023 14:22 Asia/Tehran
  • Serie A’ya Îtalyayê | Juventusê ji Inter Milanê bir

Tîma fûtbolê ya Juventusê karî di pêşbirkeke bi hellahella tîma Inter Milanê tûşî şikestê bîne.

Di hevrikiyên heftiya 27an a Serie A’ya Îtalyayê de, du tîmên Inter Milan û Juventusê bi hev re leyîstin ku ev hevrikiya bi encama 1-0 ser xêra Juventusê bi dawî hat.

Fîlîp Kastîç di xuleka 23an karî ku gola Juventusê  tomar bike.

Ev pêşbirk bo Inter Milanê pir giring bû, ji ber ku vê tîmê dixwest pileya diduyan a Serie A’ya Îtalyayê biparêze.

Juventus bi vê serketinê bi 41 puenan derket pila heftem a a Serie A’ya.

Tîmên Napolî, Latziyo, Întêr û Mîlan di rêzê de di pileyên yekê heta çaran yên Serie A’ya de sekinîn.

 

Serepeyv