Adar 17, 2023 15:06 Asia/Tehran
  •  8 tîmên qonaxa berî fînalê ya Lîga Fûtbola Ewropayê diyar bûn

8 tîmên serkevtî yên qonaxa berî fînalê ya Lîga Fûtbola Ewropayê bi serketina tîma Sportînga Lîsbonê li hember Arsênalê kivş bûn.

Dewra mêvandarîyê ya qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî ya Lîga Fûtbola Ewropayê şeva buhurî bi lidarxistina 4 lîstikên hevgav bi dawî hat.

Arsênal û Sportîng di halekî da derketin pêşberî hev ku di lîstika yekê da encama lîstika wan beranber 3 bû.

Piştî encama beranber a 1-1 ya di pêşbirka şeva buhurî da, tîma Sportîngê bi penaltiyan karî 5- 3 li Arsênalê bibe û wek tîma dawîn bikeve dewra berî fînalê.

Bi birina Sportîngê, 8 tîmên qonaxa berî fînalê ya Lîga Fûtbola Ewropayê kivş bûn: Manchester United, Juventus, Sevilla, AS Rom, Bayer Leverkusen, Feyenoord û Saint-Gilloise û tîmên din bûn ku derbasî qonaxa berî fînalê bûn. Rêûrisma pişkavêtina bo qonaxa berî fînalê, dê îşev bê lidarxistin.

 

Serepeyv