Adar 13, 2023 15:24 Asia/Tehran
  • Nîgarekêş û aktora îranî xelata ‘Jina pêşeng di berzkirina hunerê da’ ya Dubeyê bi dest xist

Nîgharekêş û aktora îranî di dora 25an a Konferansa Navneteweyî ya Jinên Serkeftî li Dubeya Imaratê da, xelata beşa ‘Jina pêşeng di berzkirina hunerê da’ bi dest xist.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, “Ayda Rezaqzade” nîgarekêş û lîstikvana îranî ya şano, sînema û televîzyonê xelata ‘Jina pêşeng di berzkirina hunerê da’ ji dora 25an a Konferansa Navneteweyî ya Jinên Serkeftî li Dubeyê bi dest xist; xelata ku bi destê “Maye Musk” dayîka “Elon Musk”ê nasyar pêşkêşî wê hat kirin.

Ev konferans di rojên 8 û 9ê Adara 2023an da li Dubeyê hat lidarxistin û Rezaqzade bi çar tabloyên xwe beşdarî wê bûbû.

Ev xelat sipasiya wan jinên hunermend dike ku soza xwe ji bo pêşxistina çanda keşfkirinê li dor mihwera gotûbêja li ser hunerê, derveyî warên cografya û şiroveyên kevneşopî berfireh kirine.

 

 

 

 

Serepeyv