Adar 11, 2023 09:43 Asia/Tehran
  • Mehdî Tarêmî û rola bibandor a wî di serkevtina tîma Portoyê da

Fûtbolîstê îranî yê tîma Porto ya Portogalê, bi lîstika xweya baş bû sedem ev tîma himber tîma reqîb ser bikeve.

Tîmên Fûtbolê yên Porto û Estoril`ê di çarçoveya
heftaya 24`an a Pêşbirkên Fûtbolê yên Sûperlîga
Portogalê de, roja îniyê li werzişgeha Do Diragaoyê
derketin pêşberî hev ku tîma Portoyê di vê pêşbirkê
da 3- 2 li tîma Estoril`ê bir.
Tarêmî, careka din bi lîstika xwe ya baş karî 3
pûenên binirx ji bo Potoyê bi dest bixe.
Bi vê encamê hejmara xalên Portoyê rabû 57an û vê
tîmê piştî Bênfîkayê ku 62 xal bi dest xistine, di rêza
duyê da cî girt ta ku ev tîma dîsan jî ji bo
qaremaniyê hêvîdar be.