Adar 10, 2023 15:05 Asia/Tehran
  • Qaremaniya Husêyn Wefayî di ‘Snûkêra 6 topan’ a qaremaniya cîhanê de

Snûkêrbazê îranî bi serketina li hember hevrikê xwe yê inglîzî, derbasî qonaxa berî fînalê ya pêşbirkên ‘Snûkêra 6 topan’ a qaremaniya cîhanê la Taylendê bû.

Husêyn Wefayî, Snûkêrbazê îranî bi serketina li himber ‘Cad Trump’ hevrikê xwe yê inglîzî derbasî qonaxa berî fînalê ya snûkêra qaremaniya cîhanê bû.

 Li gorî rapora Federasyona Bolîng û Bîlyardê, Husêyn Wefayî, snûkêrbazê îranî ku beşdarî pêşbirkên ‘Snûkêra 6 topan’ a qaremaniya cîhanê bûye duh karî Cad Trump qaremanê cîhanê bi encama 6-5 işkest bide û derbasî qonaxa din a pêşbirkan bibe.

 Wefayî di qonaxên berayî û dewra komî ya van pêşbirkan de jî karî wek kesê yekem ê koma xwe derbasî qonaxa yekalîkir a pêşbirkan bibe û Sengham lîstikvanê Taylendê tûşî şikestê bîne.

Wefayî duh bi ‘Ûn Nûh’ lîstikvanê din ê Taylendê re leyîst. Wefayî ger bi ser keve, dikare hizûra xwe di fînala snûkêra profeşnal de misoger bike.

 

Serepeyv