Adar 09, 2023 18:23 Asia/Tehran
  •  Fîlmeke îranî şayanî xelata Mêhrigana Fîlmên Asyayî ya Vesoul’ê ya Fransayê hat zanîn

Fîlma ‘‘Bîpayan’’ ango “Bêdawî” ji Îranê şayanî xelata Mêhrigana Fîlmên Asyayî ya Vesoul’ê ya Fransayê hat zanîn.

Di dawîya vê dewrê da Xelata Desteya Hekeman a Mêhrigana Fîlmên Asyayî ya Vesoul’ê ya Fransayê pêşkêşî fîlma ‘‘Bîpayan’’ ango “Bêdawî” ya ji Îranê hat kirin ku “Nadêr Sa’îpûr” amade kiribû.

Desteya Hekeman xelata xwe bi awayekî hevpar pêşkêşî fîlma ‘‘Bîpayan’’ a ji Îranê û “Nameyek Ji kîyoter” a ji Koreya Başûr kir.

Xelata Duçerxeya Zêr jî pêşkêşî fîlma herî baş a vê mêhriganê yanî fîlma Keçika Firoşer a ji Mugulistanê hat kirin.

Xelata Mezin a Desteya Hekeman a Mêhriganê jî pêşkêşî kargêrê ji Komara Azerbaycanê hat kirin ku fîlma Merx Wekî Mermer’ê raber kiribû.

Dewra 29an a Mêhrigana Fîlmên Asyayî ya Vesoul’ê ya Fransayê ji 28ê Sibatê va dest pê bibû û di 8’ê Adarê da jî bi dawî hat.

 

Serepeyv