Adar 09, 2023 18:12 Asia/Tehran
  • Lîga Qaremanên Ewropayê; Paris Saint-Germain’ê derda û Bayern Munich’ê bir

Pêşbirkên fûtbolê yên Lîga Qaremanên Ewropayê hatin domandin û tîmên Bayern Munich û Mîlanê ji reqîbên xwe birin.

Pêşbirkên fûtbolê yên qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Ewropayê hatin domandin ku di yek ji wan pêşbirkana da tîma Bayern Munich’ê mazûvana tîma Paris Saint-Germain’ê bû ku karî bi 2 golan lê bibe û derbasî qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî bibe.

Ji hêla din va, tîma Tatenham a Ingilîsê li Londonê mazûvana tîma Mîlan a Îtalîyayê bû ku tîma Mîlanê karî ji tîma reqîb bibe û piştî 11 salan derbasî rêza 8 tîmên serkevtî yên Ewropayê bibe.

 

Serepeyv