Adar 09, 2023 18:01 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên Fûtbolê yên Jinên Asyayê; Îran 7 Tirkmenistan 1

Tîma fûtbolê ya Jinên Îranê di qonaxa destpêkê ya Pêşbirkên Qaremanîya Asyayê da derket pêşberî tîma Tirkmenistanê û 7- 1 lê bir.

Tîmên fûtbolê yên jinan ên Îran û Tirkmenistanê şeva buhurî di çarçova qonaxa destpêkê ya Pêşbirkên Qaremanîya Asyayê da derketin pêşberî hev.

Di vê pêşbirkê da ku li Bengiladêşê bi hekemtîya hekemeke vîyêtnamî hat lidarxistin, tîma Îranê 7-1 ji tîma Tirkmenistanê bir.

Zêde ji 200 hezar temaşevanî li werzişgehê ev pêşbirka ji nêzîk va temaşe kirin.

Serepeyv