Adar 09, 2023 16:22 Asia/Tehran
  • Îraniyê herî pêşîn li bin qeşayên Cemsera Bakur xewasî kir

Bo cara herî pêşîn îraniyekî li nav ava bin qeşayên xeleka cemserî ya Sîberyayê û Deryaya Baykalê ya Cemsera Bakur xewasî kir û alaya Komara Îslamî ya Îranê di bin avê da hejand.

“Hoşeng Deştî” xewasê îranî ku hevdem digel salvegera Deheya Fecrê û Serkeftina Înqilaba Îslamî serdana Moskowayê û piştra Deryaya Baykalê ya Cemsera Bakur kiribû, wek xewasê herî pêşîn ê ji Îranê, piştî birrîn û şikandina qeşayên cemserê, di avên bin qeşayê yên vê deryayê da xewasî kir û ev şanazî li ser navê xwe û Îranê tomar kir.

Deryaya Baykalê li herêma Sîberyayê ya Cemsera Bakur ji 25 heta 30 miliyon sal kevnatiya wê ye û ji binê wê fosîl û berateyên deynesor û mamûtên beriya dîrokê hatine keşifkirin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Belgefîlmeke bi navê “Serdana bo Cemserê” jî ji vê rêwîtiyê hatiye çêkirin ku qonaxên amadekirina teknîkî derbas dike.

 

Serepeyv