Adar 08, 2023 17:39 Asia/Tehran
  • Chelsea û Benfica’yê di qonaxa bijartina 4 tîmên serketî da cî girtin

Tîmên fûtbolê yên Chelsea’ya Ingilîsê û Benfica’ya Portugalê derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Ewropayê bûn.

Pêşbirkên qonaxa bijartina 8 tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Ewropayê şeva buhurî hatin domandin ku di yek ji wan pêşbirkana da tîma Chelsea’ya Ingilîsê li werzişgeha Stemford Birge’ê mazûvana Dortmond’a Almanê bû ku 2- 0 jê bir.

Tîma Chelsea’yê bi vî awayî derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Ewropayê bû.

Ji hêla din va tîma Benfica’ya Portugalê jî şeva buhurî li Lîsbonê mazûvana Club Beroj’a Beljîkê bû ku karî 5-1 lê bibe û derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên serkevtî ya Lîga Qaremanên Ewropayê bibe.

Îşev jî dê Tatênham’a Ingilîsê derkeve pêşberî tîma Mîlana Îtalîyayê û Paris Sant German’a Fransayê jî yê derkeve pêşberî tîma Bayern Munchen’ê.

 

Serepeyv