Adar 08, 2023 16:19 Asia/Tehran
  • Cejna 15’ê Şe’banê li Arjantînê hat lidarxistin

Cejna Nîveka meha Şe’banê (15ê Şe’banê) li Arjantînê bi strîna versiyoneke nû ji Sirûda “Silav Fermande”yê hat pîrozkirin.

Îro Çarşemî, 15’ê meha Şe’banê ya sala 1444an li gorî rojhejmêra Heyvî beranberî 8ê Adara 2023an, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Mehdî (Ec), îmamê şîeyên cîhanê yê duwazdehem e.

Hezretê Mehdî (Ec) di berbanga 15ê Şe’bana sala 255an a Koça Heyvî li bajarê Samerrayê ji dayîk bû.

Bav wî yê hêja Îmam Hesenê Esgerî (S) û dayîka wî, banûya hêja “Nercis Xatûn” e.

Li gorî rapora IRIB News’ê ya roja Çarşemiyê, Hunermendên îranî û arjantînî bi xebateke çandî û hunerî ya hevpar karîn bi rîtma “Selam Fermande”yê sirûdeke çendzimanî ya Spanyolî-Farisî-Erebî amade bikin û bi boneya cejna Nîveka meha Şe’banê li bajarê Buenos Aires’ê pêşkêş bikin.

Ev strana dilnişt ji aliyê civaka misilmanan li Arjantînê va hat pêşwazîkirin; strana ku bi awayê hevpar ji aliyê xortên misilman ên şîe li bajarê Buenos Aires’a paytexta Arjantînê û xortên misilman ên Yezdê li Îranê va hatiye strandin û bi kargêrî û strîna hucetul-îslam Mêysem Exlaqî hatiye berhemanîn.

 

Serepeyv