Adar 06, 2023 15:01 Asia/Tehran
  • Guleştgirên Îranê 10 mîdal di guleşta Kupa “Danklov û Nikolai Petrov” bi dest xistin

Guleştgirên Îranê, di pêşbirkên navneteweyî yên guleşta azad û ferengî ya Kupa “Danklov û Nikolai Petrov” a Bulxaristanê de 5 mîdalên zêr, zîvek û 4 tûnc bi dest xistin û dawî li pêşbirkên xwe anîn.

Pêşbirkên navneteweyî yên guleşta azad û ferengî ya Kupa “Danklov û Nikolai Petrov” li Bulxaristanê, 2 heta 5ê Adara 2023’an li bajarê Sofyaya paytexta Bulxaristanê hatin lidarxistin.

 Endamên tîma guleşta azad a Îranê di van pêşbirkan de Mustefa Qiyasî, Hadî Wefayîpûr û Erşek Muhibî mîdala zêr bi dest xistin û Mustefa Texanî di van pêşbirkên cîhanî de mîdala zîv wergirt; Emîr Hemd Yezdanî û Daniyal Şerîetîniya jî mîdala tûnc a pêşbirkên navneteweyî yên guleşata azad û ferengî ya Kupa “Danklov û Nikolai Petrov” bi dest xistin.

 Di beşa guleşata ferengî ya pêşbirkên naneteweyî li Sofyaya Bulxaristanê jî Şahîn Budaxî û Murteza El-Qûsî, mîdala zêr wergirtin û Wehîd Dadxwah jî mîdala tûnc û Secad Ebaspûr jî mîdala tûnc bi dest xistin.

 

Serepeyv