Adar 05, 2023 18:45 Asia/Tehran
  • Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê derbasî fînala Tûrneminta Navneteweyî ya Fûtsalê li Taylendê bû

Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê bi têkdana Taylendê derbasî fînala Tûrneminta Navneteweyî ya Fûtsalê li Taylendê bû.

Dora duyem a Tûrneminta Navneteweyî ya Fûtsalê li Taylendê ku wek Kupa NSDF’ê tê naskirin roja Yekşemiyê li bajarê Patayayê hat domandin û Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê ji tîma mazûvan bir û derbasî fînalê bû.

Li gorî rapora Malpera Footsal Planet’ê, Golên Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê ji aliyê Mehdî Kerîmî, Salar Aqapûr û Seîd Ehmed-Ebbasî va hatin avêtin.

Tîma Neteweyî ya Fûtsalê ya Îranê beriya vêya û di qonaxa komî da ji tîmên Erebistan û Misrê biribû.

 

Serepeyv