Adar 05, 2023 14:22 Asia/Tehran
  • Endamên Binyata Aştiyê ya Sasakawaya Japonê serdana Zanîngeha Îsfehanê kirin

Komeke xwendekar û endamên Binyata Aştiyê ya Sasakawaya Japonê serdana Zanîngeha Îsfehanê kirin û digel potensiyelên vê navenda zanistî nasyar bûn.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Areş Şahîn” Rêveberê Ofîsa Hevkariyên Zanistî û Navneteweyî ya Zanîngeha Îsfehanê got: Hejmareke xwendekar û endamên Binyata Aştiyê ya Sasakawaya Japonê (THE SASAKAWA PEACE FOUNDATION) bi armanca nasyariya digel potensiyelên berfirehkirina hevkariyê, bo cara yekem serdana Zanîngeha Îsfehanê kirin.

Şahîn bi gotina vêya ku ev kom ji bo serdaneke 10 rojî hat Îranê, got: Serdana Îsfehan, Kaşan û Werzeneyê ji bernameyên wan bû.

Rêveberê Ofîsa Hevkariyên Zanistî û Navneteweyî ya Zanîngeha Îsfehanê got: Wan bi lêkolîna ji pêş va ev navçe ji bo serdanê bijartin û çarşêva sipî ya jinên werzeneyî gelekî bala wan kişand.

Şahîn got: Mêvanên japonî ji ciyawaziyên zehf di navbera rastiyên heyî li Îranê û tiştê ku di propagandaya nerênî ya welatên rojavayî dijî Îranê da tê dîtin, mat mabûn.

 

Serepeyv