2 fîlmên îranî li Mêhrigana Fîlman a BUFF’a Swêdê dê bên nîşandan
2 fîlmên sînemayê yên Îranê yê li Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a “BUFF”ê ya Swêdê bên nîşandan.
Fîlma sînemayê ya ‘Mîyanê Sexrêha’ ango ‘‘Di nav zinaran da’’ berî vîya li Mêhrigana Navneteweyî ya Zarok û Tezelawan a Isfehanê ‘‘Xelata taybet a desteya hekeman’’ ji bo dîrektorîyê û xelata ‘‘Pirrpirroka Zêrîn’’ a ji bo baştirîn akterê zarok wergirtîye û li Mêhrigana Dakayê jî hatîye nîşandan û ji bo cara diduyan li asta navneteweyî li Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a “BUFF”ê ya Swêdê pişkdar bûye.
Herwiha kurtefîlma “Tekşax” ango ‘‘Takeqiloç’’ yê li beşa Panorama ya kurtefîlman a Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a “BUFF”ê ya Swêdê were nîşandayîn.
Ev fîlma berî vîya li Mêhrigana Salênto ya Îtalîyayê jî hatibû wergirtin.
Dewra Çillan a Mêhrigana Navneteweyî ya Fîlman a “BUFF”ê ya Swêdê yê ji 11 heta 16ê Adarê were lidarxistin.