Adar 04, 2023 15:11 Asia/Tehran
  • Dora 17an a Festîvala Fîlman a Berxwedanê xebata xwe dest pê kir

Dora 17an a Festîvala Fîlman a Berxwedanê xebata xwe li parêzgeha Bûşihrê li başûrê Îranê dest pê kir.

Dora 17an a Festîvala Fîlman a Berxwedanê roja Îniyê bi beşdariya Serdar “Elî Fedewî” Cîgirê Fermandeyê Giştî Yê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî li beravên Kendava Farsê dest pê bû.

 Di vê festîvalê de, berhemên 50 welatên cîhanê di 31 parêzgehan û li 354 cihên Îranê tên nîşandan. Di beşa sereke ku wek “Xelata Şehîd Sulêymanî” hatiye binavkirin de 674 berhemên navxweyî û di beşa “Nifşa Rewayetê” de ku taybetî kurteberheman e, 291 berhem hatin wergirtin.

 Di beşa “Xelata Berevaniya Pîroz” de, 3512 berhem û di beşa Filistînê jî bi beşdariya sînemakarên navxweyî, 149 berem bo nivîsgeha Festîvala Fîlman a Berxwedanê hatine şandin. Nêzîkî 400 fîlmname û zêdetirî 200 berhemên lêkolînî jî gihêştin festîvala îsal. Zêdetirî 300 fîlmsazên ne-îranî jî di vê dorê de berhemên xwe raber kirine û sercem 500 berhem dê bên nîşandan.

 

Serepeyv