Adar 04, 2023 15:04 Asia/Tehran
  • Fûtbolîstekî îranî di rêza fûtbolîstên herî bibandor ên Ewropayê da cî girt

Fûtbolîstekî tîma fûtbolê ya Îranê li rex stêrkên fûtbolê yîn cîhanê di rêza fûtbolîstên herî bibandor ên lîgên Ewropayê da cî girt.

“Mêhdî Tarêmî” fûtbolîstê îranî yê tîma Porto’ya Portugalê di nav fûtbolîstên ku 10 gul tomar kirine û rola rasterast di tomaririna 10 gulan da hebûne, hat bijartin û di rêza fûtbolîstên herî bibandor ên lîgên Ewropayê da cî girt.

Nêymar ji Brezîlê bi tomarkirina 17 gulan û rola rasterast di tomarkirina 18 gulan da raserî Lîyonel Messî yê arjantînî cî girt ku 17 gul tomar kirine.

Mêhdî Tarêmî ji Îranê jî bi tomarkrina 21 gulan û rola rasterast di 11 gulan di rêza sisê ya fûtbolîstên herî baş û herî bibandor da cî girt.

 

Serepeyv