Adar 03, 2023 17:56 Asia/Tehran
  • Kupa Cîhanî ya Jîmînastîkê; du werzişkarên Îranî derbasî qonaxa fînalê bûn

2 jîmînastkarên tîma neteweyî ya Îranê, derbasî qonaxa fînalê ya pêşbirkên cîhanî yên Qeterê bûn.

 Di çarçoveya pêşbirkên Kupa Cîhanî ya Jîmînastîkê û bidestxistina pişka Olempîkê li Qeterê, “Mehdî Ehmed Kohenî” di dewra berayî bi 14.666 puenan di hevrikiya bi 37 jîmînastan re derbasî qonaxa Darhelîqeyê bû.

 “Mehdî Olfetî” jî bi bidestxstina puena 14.299 di beşa bazdana li ser doşkê û di hevrikiya bi 30 jîmînastan re derbasî qonaxa fînalê bû.

“Mobîn Îbrahîmî” û “Riza Xêrxwah” rahêneriya tîma neteweyî ya jîmînastka Îranê di van pêşbirkan de dikin.

Pêşbirkên fînala darhelîqeyê û bazdana li ser doşikê îro û sibê yê bên domandin.

Serepeyv