Adar 03, 2023 16:20 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê li hemberî tîma Misrê bi ser ket

Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê li hemberî Misrê bi ser ket û derbasî qonaxa nîvfînalê ya pêşbirkên şeşalî yên Taylendê bû.

Li gorî rapora Mehr News’ê, Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê roja Înîyê di duyemîn pêşbirka xwe ya duyem di tûrneminta Taylendê da çû pêşberî tîma Misrê û karî bi encama 3-1 jê bibe.

Di vê pêşbirkê da ku îro li Patayê hat lidarxistin, Muhemed-Hisên Bazyar, Muhemed-Hisên Direxşanî û Hisên Teyyîbî golên Îranê avêtin.

Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê beriya bi 11 golan ji Erebistanê û wek tîma yekem a Koma B’yê derbasî qonaxa nîvfînalê bû.

Erebistan jî ku bi encama 4-1 ji Misrê biribû, piştî Îranê derbasî nîvfînalê bû.

Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê di pêşbirka nîvfînalê da ku dê roja Yekşemiyê were lidarxistin, bi tîma duyem a Koma A’yê ra dilîze.

 

Serepeyv